ROJAVA – Kanton di bin êrişên giran de!

29-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) – Çekdarên Eniya El-Nusra û Eharar El-Şam bi top, hawan û çekên giran êrişî gundên kurdan li bajarê Ezazê û Kantona Efrînê dikin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî yên li Rojavayê Kurdistanê, îşev çekdarên her du komên Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şamê dest bi êrişên xwe bo ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û gundên kurdan ên li derdora bajarê Ezazê kirine.

 

Çekdarên El-Nusra û Ehrar Şam bi dijwarî gundên Malikiye û Şewarixa yên girêdayî Ezazê didin ber topan û hawinan.

 

Her du gund bi qasî 7 kîlometran li aliyê başûr-rojavayê bajarê Ezazê dûr in.

 

Herwiha çekdarên her du komên îslamî yên tundrew gundê Kefer Cene ya li navçeya Şera ya ser bi Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve jî bi giranî topbaran dikin.

 

Hat zanîn, ku piştî êrişên çekdaran, şervanên Hêzên Sûriya Demokrat û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bjî bersiv dane wan û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de diqewimin.

 

 

Li eniyên her du navçeyên Cindirês û Şêr Ava yên girêdayî Kantona Efrînê jî di navbera şervanên YPGê li aliyekê û çekdarên El-Nusra û Ehrar El-Şamê li aliyê din şer derketiye.

 

Li gor agahiyan, çekdaran li navçeya Cindirisê êrişî her du gundên Dêr Belût û Dêwa û li navçeya Şêr Awa êrişî gundê Basofanê kirine û li wir jî pevçûnên giran di navbera her du aliyan de çê bûne.

 

Derbarê encamên êrişên îşev û hejmara kuştî û birîndaran de hêj ti agahî nehatiye bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst