Li Antalyayê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê bi hêza 4,8 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Gazîpaşayê ya Antalyayê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 22:13ê çêbûye û hêza wê 4,8 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 34,9 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.