Hewlêr (Rûdaw) - Ramazan Şîmşekê ku ji ber axaftin û dayîna xizmeta bi Kurdî cezayê malê lê hatibû birîn êdî serbest e.
Xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek, roja 15ê Gulana 2024an Cejna Zimanê Kurdî eşkere kiribû ku dê êdî li kafeya xwe bi Kurdî xizmetê bike.
Pîne Kafeyê ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên asîmilasyonê yên li ser Kurdî û rêlibergirtina asîmîlasyona li ser Kurdan hemû xizmetên xwe tenê bi Kurdî didan.
Ev pêngava xwediyê kafeyê di raya giştî de bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û gelek kesan piştgirî dabû wê.
Li aliyê din Ramazan Şîmşek li ser torên medyaya civakî hatibû lînckirin û 29ê Gulanê hatibû desteserkirin.
Dadgehê bi şertê ku dernekeve derveyî welat û li mala xwe girtî ango zindankirî bimîne, ew berdabû.
“Bijî zimanê Kurdî”
Ew cezayê Şîmşek bi dawî bû.
Remza Şîmşek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha serbestbûna xwe anî ziman:
“Piştî şeş mehan şûn ve kelepçe ji lingê min hat derxistin. Ez hêdî azad im. Bijî zimanê Kurdî.”
Piştî şeş meh şûnve kelepçe ji lingê min hate derxistin..
— R.şimşek (@Ramazanbrusk) November 29, 2024
Ez hêdî azadim...
Bijî zimanê kûrdî.. pic.twitter.com/1LUrGwBvN8
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse