Necdet Takva: Em dê li Hewlêrê Festîvala Rojên Wanê li dar bixin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Necdet Takva diyar kir ku dê yan adar û gulana sala pêş de li Hewlêrê Festîvala Rojên Wanê li dar bixin.
Şandeyeke Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê li Hewlêrê ye. Şande ji 50 karsaz û bazirganan pêk tê.
Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Wanê ya Bakurê Kurdistanê tevlî pêşangeheke Parka Şar a Hewlêrê bû.
Şandeyê li pêşangehê beşek berhemên herêmî bi taybetî xwarin û vexwarinên taştê yên taybet ên Wanê di pêşangehê de nîşandan.
Nejdet Takva li ser hatina Wanê û ji Rûdawê re axivî û got:
“Ev çaremîn serdana me ye bo Hewlêr û Herêma Kurdistanê. Em dixwazin di navbera Wanê û Hewlêr bi taybetî Herêma Kurdistanê bi giştî nêzîkbûnek zêdetir hebe.
Armanca me ya tevlîbûna pêşangehê danasîna bajarê me ye.
Xwarin û vexwarina me, eşyayên me, mizgeftên me û Gola Wanê ye ku gelekî navdar e.
Ji ber vê yekê me xwest pêşangehekê vekin û sektora turîzmê pêş bixin.”
Li gorî zanyariyan ji 13 sektorên cuda nêzîkî 50 karsaz û bazirgan du rojan li Hewlêrê ne û dê du rojan li Duhok û Zaxoyê bimînin.
Li gorî Necdet Tekva, karsaz û bazirganên ku hatine, di warên ajeldarî, çandinî, xwarin û vexwarinê, avahîsaziyê û kîmyayê de pispor in.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê amaje bi wê yekê kir ku hevdîtinên şandeya wan a bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya ya Hewlêrê gelekî baş bû û di navbera wan de têgihiştineke baş heye.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê her sal festîvalek ji bo nasandina berhemên xwemalî û pêşxistina sektora geştiyariyê ya parêzgehê tê lidarxistin.
Necdet Takva da zanîn ku wan bi Konsulê Tirkiyeyê re hemahengî kir ku di meha sibat an jî adara sala bê de festîvala roja Wanê li Hewlêrê bê lidarxistin.
“Em dixwazin pêwendiyên me bi Hewlêrê re bihêztir bibin”
Necdet Tekva amaje bi hatina geştyarî ya navbera parêzgeha Wan û Hewlêrê jî kir û got:
“Heta niha pêwendiyên me yên geştiyariyê ên bi Hewlêrê re ne di asteke başde ne.
Divê kar li ser bê kirin lê helbet di paşerojê de dê pêwendî baştir bibin. E
Divê karsazên me danûstandinê bikin û zêdetir hevdû nas bikin.
Di navbera Wan û Hewlêrê de seferên rasterast nîn in. Ev pirs û daxwaza me ya sereke ye lê divê jêrxaneke aborî ya baş jê re were amadekirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyeyê li ser wê yekê kar bikin.”