Berf û pûkê bakurê welêt daye ber xwe: Rêyên 29 gundan hatin girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzirom Erdexan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê rêyên 29 gundan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê berfa 3-4 rojên dawî jiyana rojane ya welatiyan gelekî zehmet kiriye.

Li gelek bajaran rêyên gundan tên girtin û pileyê germahiyê heta bin sifirê 20 pileyan daketiye.

Li Erziroma ku şeva borî pile heta bin sifirê 18an daket rêyên 26 gundan hatin girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.

Li Erdexanê jî berfa zêde bû sedema pirsgirêkên çûnûhatinê.

Li navçeya Xanakê ya Erdexanê ji ber berf û pûkê rêyên 3 gundan hatin girtin.

Ji bo vekirina rêyan tîmên rêyên bejahî dest bi xebatê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst