AMED - Fatma Gezîciya nehat tedawîkirin bûye astengdar

Amed (Rûdaw) - Jina koçber a ji Efrînê Fatma Gezicî salek berê li bajarê Gîresûnê yê Tirkiyeyê ji dara findiqê ket û ji kulêmekên xwe birîndar bû.

Fatma Gezîciya nehat tedawîkirin niha nexweşa nava nivînan e û bûye astengdar.

Jina Efrînî li ser bûyerê hat Amedê û çend caran çû nexweşxaneyên bajêr lê her carê bijîşkan jê re got tiştekî te nîne û ew vegerandin malê.

Ji ber kulêmeka wê nehatiye tedawîkirin ew niha bûye nexweşa nav nivînan û nikare ne bimeşe û ne rabe û ne jî rûnê.

Ew û hevjînê xwe îdia dikin ku doktoran wan paşgûh kiriye û ji ber wê jî rewşa wê gîhiştiye vê astê.

Rewşa aboriyê ya malbatê jî ne baş e ew ji pêwendîdaran dixwazin ku ji bo tedawiya Fatma Gezîciyê alîkariya wan bikin.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci li ser rewşa wê jina Efrînî ya nexweş raporek amade kir.

“Li nexweşxaneyan li min meze nekirin”

Fatma Gezîciyê li li ser rewşa xwe û çûn û hatina bijîşkan wiha got:

“Li nexweşxaneyan li min meze nekirin. Min got, ‘min li nexweşxanê razînin lê me kir ne kir wan ez ranezandim.

Ez li nexweşxaneyê giriyam, min kir nekir ez ranezadim. Hevjînê min xwe avêt wan got, ‘hevjîna min dimire wê razînin tedawî bikin’ hûn çi dikin bikin bila tenê hevjîna min baş bibe.”

Ji ber teşhîsa wê baş nehatiye kirin û tedawiya pêwîst wernegirtiye sere sê mehan e Fatma Gezîcî êdî bûye nivîşkan û şev û rojên wê bûne wekî hev û nikare ji nava nivînan derkeve.

Ew ne dikare li ser pişt ne jî dikare bi ser dev de rakeve.

“Ez bûme 30-35 kîlo”

Fatma Gezîciyê di berdewamiyê de jî her wisa got:

“Ez ketime nava nivînan ez nikarim rabim. Bê mane heta ji bo tuwaletê jî nikarim rabim.

Lingê min wiha li erde ye xwe wisa dirêj dikim. Ez wiha radizim.Ev du meh in ez wisa radizim.

Ez nikarim xwe xwar bikim, nikarim rabim ser pêyan nikarim vî linge xwe bişkînim çimkî dîk sekiniye.

Çogên min jî diêşin kûlemeka min jî diêşê. Ez dixwazim tedawî bibim û emeliyat bibim û ji vî halî derkevim.

Ez ji 90 kîloyan daketime 30-35 kîloyan.”

Hevjînê Fatmayê Metîn Gezîcî ji Amedê ye û ew di 2015an de zewicîne. Rewşa wan a aboriyê jî qet ne baş e.

Ji ber zêdetirî saleke rewşa hevjîna wî xirab e ew jî nikare bixebite.

Ji ber vê rewşê ew jî bang li xêrxwaz û pêwendîdaran dike ku hevjîna wî were dermankirin.

“Çi tiştekî me ti kesekî me nîne”

Metîn Gezîcî banga alîkariyê kir û wiha got:

“Ez dixwazim hevjîna min tedawî bibe û baş bibe. Ez vê dixwazim tiştekî din naxwazim. Rewşa hevjîna min ne baş e. Her ku diçe xirabtir dibe.

Ez dixwazim li hevjîna min binêrin û ew ji vê ezabê derkeve. Derfetên min nînin ez herim nexweşxaneyên taybet.

Jixwe em ji birçîbûnê dimirin. Em diçin ji xwe re kartonan kom dikin û tînin dixin sobeya xwe.

Ne êzingên me hene, ne jî komira me heye. Ti tiştekî me nîne.

Yanî pere min hebûna min nedihîşt hevjîna min bikeve vî halî, min dê bi derfetên xwe ew tedawî bikira.

Tî kesî me jî nîne û kes li me xwedî jî dernakeve.”

Li gorî zanyariyan Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdêyê ya Gazî Yaşargîl di Kanûna Pêşîn de ji bo Fatma Gezîcî neştergerî hatiye plankirin û dê neştergeriya wê bê kirin.

Piştî xisara ku di saleke de gihîştiye kulêmeka wê ne diyar e bê ka gelo dê bi neştergeriyê tenduristiya wê baş bibe yan na?