Li Meletiyê qeza: 2 jin mirin û kesek jî birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlê li kesên ku diwest derbasî wî aliyê rê bibin xist û di encamê de 2 jin mirin û kesek jî birîndar bû.
Otomobîla ku B.S. diajot li ser rêya Meletî-Wêranşarê li Mehmet Ekîcî, Sultan Ekîcî û Rukiye Ekiciya ku diwest derbasî wî aliyê rê bibin da.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn ciyê qezayê.
Sultan Ekicî û Rukiye Ekicî li ciyê qezayê mirin.
Tîmên tenduristiyê Mehmet Ekiciyê birîndar bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.
Cendirmeyan şofêrê ji ciyê qezayê revî desteser kir.