Li Meletiyê qeza: 2 jin mirin û kesek jî birîndar bû

54 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlê li kesên ku diwest derbasî wî aliyê rê bibin xist û di encamê de 2 jin mirin û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla ku B.S. diajot li ser rêya Meletî-Wêranşarê li Mehmet Ekîcî, Sultan Ekîcî û  Rukiye Ekiciya ku diwest derbasî wî aliyê rê bibin da.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn ciyê qezayê.

Sultan Ekicî û Rukiye Ekicî li ciyê qezayê mirin.

Tîmên tenduristiyê Mehmet Ekiciyê birîndar bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.

Cendirmeyan şofêrê ji ciyê qezayê revî desteser kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst