Zarokekî 16 salî bi demançeyê bavê xwe birîndar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 16 salî bi demançeyê bavê xwe birîndar kir.

Li taxa Meydanê ya navçeya Bêrecûkê şeva borî di dikaneke alkolê de di navbera H.K.yê 16 salî û bavê wî H.K.yê 37 salî de nîqaş derket û H.K. şeqamek li kurê xwe da.

Zarokê 16 salî H.K. diçe malê, demançeyê werdigire û li dikanê guleyan li bavê xwe direşîne.

Di encamê de H.K. bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê H.K. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Kurê wî H.K. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.