17 Photos
6emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê tê lidarxistin û ji 12 welatên cuda 200 weşanxane tevlî pêşangehê bûne.
Di wêneyan de tê dîtin ku ji hemû çînên civakê kes tevlî pêşangehê bûne.
Di wêneyekî de nivîskarê Kurd Ferhad Pîrbal rawestiyaye û bi mêvanên pêşangehê re diaxive.
Di wêneyekî din de, Mela Omer Heme Sor heye.
Mela Omer Heme Sor 89 salî ye û rojane pirtûkan dixwîne.
Mela Omer Heme Sor ragihand ku zanyariyên wî yên baş li ser dîroka Kurdistanê hene.
Di 6emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê de 9 milyon pirtûk hene.
Pêşangeh dê 11 rojan berdewam bike.