Li Agiriyê 36 Efxanistanî hatin desteserkirin

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Koçer Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê 36 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.

Hêzên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Agiriyê ve, îro bi armanca desteserkirina koçberan operasyonek kir.

Hêzên cendirmeyan li sînorê navçeya Bazîdê di nav avahiyekê de 36 koçberên Efxanistanî desteser kirin.

Di çarçoveya operasyonê de herwiha kesek jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.

Li Efxanistanê piştî vegera Talîbanê, koça Efxanan zêde bûye û ew koç berdewam e.

Koçberên Efxanistanê piştî ku xwe digihînin Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hewl didin derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibin.

Lê gelek ji wan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve tên desteserkirin û dersînorkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya 12ê Çiriya Pêşînê ragihandibû ku tenê di çar mehan de 112 hezar û 404 koçberên neyasayî hatine desteserkirin.

Ji wan 48 hezar û 339 koçber hatine dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst