Li Rihayê 4 rojan xwepêşandan û çalakî qedexe ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin.

Li parêzgeha Rihayê xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana kon 4 rojan hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê ji 29ê Çiriya Paşînê heta 2ê Kanûna Pêşînê li parêzgeha Rihayê û li bajarok û navçeyên wê xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana kon û çalakiyên wiha 4 rojan qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku bi armanca ewlehiyê biryar hatiye wergirtin.

Herwiha tê gotin ku tenê ew çalakî dikarin bên kirin ku parêzgar û qeymeqamên sînorê parêzgeha Rihayê destûr dabin.