Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye

29-11-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye
Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye
Nîşan Madeyên Hişbir Rojavayê Kurdistanê Penaberên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, bikaranîn û bazirganîkirina bi madeyên hişbir zêde bûye.

Ji bo rûbirûbûna vê yekê, hêzên Rûbirûbûna Madeyên Hişbir ên ser bi Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herwiha sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser çalakiyên xwe yên ewlehî û hişyariyê bêhtir dikin.

Di vê çarçoveyê de Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser semînerek li dar xist.

Hevserokê Desteya Çandê ragihandiye ku pêwîstiya hemû çînên civakê bi wê yekê heye ku agahdarî ziyanên madeyên hişbir bin.

Hevserokê Desteya Çandê Mirhef Fehid got:

“Ev semîner ne ji bo kesên zana û wêjevan û rewşenbîran bû, ji hemû çînên civakê re bû. Ji ber ku eger ziyan bibe, meriv ne tenê digihêje kesên bikarhêner, digihêje civakê bi giştî.

Lewma ev semîner ji bo hemû çînên civakê bû, ji mirovê saxlem heta bi mirovî bikarhêner û alûde. Em dibînin ku ziyana madeyên hişbir ziyaneke giştî ye.”

Amarên giştî yên ku ji aliyê Hêzên Ewlehiyê ve hatine ragihandin, tenê yên salekê ne, ji 26ê Hezîrana 2022yan heta 26ê Hezîrana 2023yan in.

Ji wan amaran, 6 bazirganên mezin û 1 hezar û 42 kesên pêwendîdar bi madeyên hişbir, herwiha 2 hezar û 68 bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtin.

Herwiha jî dest hate danîn ser 147 kîlogram madeya krîstal, 302 kîlogram heşîş, 838 hezar û 814 hebên kaptagon, milyonek û 818 hezar û 405 hebên hişbir ên corbicor.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst