Doza Tahîr Elçi hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku sala 2015an di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin, hat paşxistin.

Heştemîn rûniştina Doza Tahir Elçî îro li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin.

Di dozê de kesê bi navê Ugur Yakişir ku nehatiye girtin bi daxwaza cezayê heta hetayê û polîsên bi navên Sina Tabur, Fuat Tan û Mesut Sevgi jî bi daxwaza cezayê 2 sal û 6 mehan tên darizandin.

Tevî ku di ser kuştina wî re 8 sal derbas bûne lê heta niha ji doza Tahîr Elçî biryarek derneketiye.

Polîsên têne tawanbarkirin bi rêya sîstema kamerayê (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.

Di rûniştina îro de daxwazên parêzerên malbata Elçî hatin redkirin û doz bi armanca komkirina delîlan  hat paşxistin û doza bê dê 6ê Adara 2024an be.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren piştî rûniştina dozê ji medyayê re ragihand, dadgehê hemû daxwazên wan red kirine.

Hevjîna Tahir Elçi Turkan Elçi, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erinç Sagkan, serokên 18 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hinek parlamenterên HEDEP û CHPyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî rûniştina dozê bûn.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û di encam de canê xwe ji dest dabû.