Lehiyê zerereke mezin gihand çandiniya Îlamê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber lehiyan, li bajarê Dêloranê ya parêzgeha Îlama Rojhelatê Kurdistan, av çû nava çend malan.

Herwiha ji ber lehiyê zevî û rêyan jî zerer dîtin.

Qaymeqamê Dêloranê ragihand, baraneke bi hêz barî û di demeke kurt de li wî bajarî 13 mm baran barî û  ji ber wê lehî rabû.

Qaymeqamê Dêloranê herwiha da zanîn ku ji ber bilindbûna asta avê li ser caddeyan astengî ji bo çûnûhatinê çêbû.

Di heman demê de 200 hektar zeviyên xelkê zerer dît û rêya çend gundan qut bû.

Ji ber wê lehiyê sê pirên li herêmê jî zerer dîtin.