Mesrûr Barzanî: Em dixwazin bi welatên cîran re li gorî berjewendiyên hevpar têkiliyên baş pêş bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel Wezîra Berevaniya Hollandayê Kajsa Ollongren de tekez kir ku ew dixwazin bi welatên cîran re peywendiyên baş hebin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîra Berevaniya Hollandayê Kajsa Ollongren û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê, di civînê de pirsa parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin û êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Barzanî û Ollongren bal kişandine ser wê yekê ku pêwîste rêz li serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bê girtin û dawî li êrîşên bi vî rengî yên ku binpêkirina mafê serweriyê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî balkişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê weke her dem faktoreke giring e bo parastina ewlehî û aramiya navçeyê. Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ew dixwazin li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û peywendiyên cîrantiyê bi welatên cîran re peywendiyên baş pêş bixin.

Wezîra Berevaniya Hollandayê Ollongren jî balkişand ser peywendiyên dostane yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de û dûpat kir ku hevkariyên Hollanda bi Herêma Kurdistanê re di warê leşkerî û emnî de û piştevaniya wan bo hêzên Pêşmerge dê berdewam bin.

Serokwezîr Barzanî spasiya Holanda kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ji bo Herêma Kurdistanê piştevanî kiriye. Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku hikûmeta Amsterdanê di nav wan welatan de ye ku piştevaniya pilan û bernameyên kabîneya 9emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo pirrengkirina aboriyê û pêşxistina sektora çandiniyê.

Herwiha yekkirina Hêzên Pêşmerge, reforma Wezareta Pêşmerge û çalakiyên DAIŞê mijarên din ên civînê bûn.