Fermandeyê Rûs têkildarî êrişên Tirkiyê bi Mazlûm Ebdî re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Rûsyayê li Sûriyê Aleksander Çayko, bi Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re têkildarî êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek pêk anî.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Siyamend Elî ji Associated Press (AP) re axivî û piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Rûsyayê li Sûriyê Aleksander Çayko roja Yekşemê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re civiya.

Siyamend Elî diyar kir ku der barê hûrgiliyên hevdîtina Çayko û Ebdî de agahî li ba wî nînin.

Li aliyê din televîzyona El Meyadîn a Lubnanê jî ragihand ku Çayko û Ebdî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anîne û di wê hevdîtinê de rageşiya li ser deverên sînorî û ji bo rê li ber operasyoneke bejayî ya Tirkiyê were girtin çi dikarin bêne kirin hatine gotûbêjkirin.

Li gorî nûçeya El Mayadinê, hat îdiakirin ku Çayko pêşniyar kiriye ku hêzên hikûmeta Sûriyê bi kûrahiya 30 kîlometreyî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bên bicihkirin.

Berdevkî din ên HSDê Aram Hena jî di daxuyaniyekê de ji televîzyona El Erebiye re ragihand ku Rûsan di vê hevdîtinê de şert û mercên aliyên Tirk ragihandine. Hena ku derbarê şert û mercan de agahî neda, anî ziman ku wan hemû daxwazên Tirkiyê red kirine.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Herwiha berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê jî dikin ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDÊ de bidin destpêkirin.

Rêveberiya Xweser dibêje, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest daye, ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne. Rêveberiya xweser herwiha dibêje di van oparasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, ku 33 ji wan sivîl, 13 jê şervan û endamîn Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî serbazên artêşa Surî ne.

Her îro Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin derbarê operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand, operasyona bejayî di her demekê de dikare dest pê dike çi sibe yan hefteya bê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî duh daxuyaniya xwe ya ku gotibû dê li dijî Rojava operasyoneke bejahî pêk bînin dubare kir.

Erdogan gotibû: “Biryara parastina sînorên welatê me bi kembereke ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan, bi her bûyereke ku diqewime, hineke din bihêztir dibe. Ti kesek bila ji operasyonên Tirkiyê yên leşkerî aciz nebe ku bi armanca berfirehkirina kembera ewlehiyê dike.”

Ji Amerîkayê daxuyanî

Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby derbarê egera operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

John Kirby got: “Mafê Tirkiyê heye ku xwe biparêze. Tirkiye rûbirûyê êrîşên terorê bû. Lê bi taybetî di nav Sûriyê de em naxwazin çalakiyeke ku bibe sedema mirinên zêde û mirina kesên bêtawan û zirarê bide têkoşîna me ya li dijî DAIŞê bibînin. Li Sûriyê leşkerên me yên ku li dijî DAIŞê şer dikin hene. Li Sûriyê, Tirkiye yan welatekî din, em naxawazin çalakiyeke ku jiyana Amerîkiyan bixe metirsiyê bibînin. Leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne û piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin.”