Li Hesekê cenazeyên zêrevanên Kampa Holê hatin veşartin

29-11-2022
RÛDAW
Li goristana şervanên YPG-YPJê cenazeyên 5 şervan û zêrevanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di êrîşa Tirkiye de li ser kampa Holê canê xwe ji dest dabûn bi axê hatin sipartin
Li goristana şervanên YPG-YPJê cenazeyên 5 şervan û zêrevanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di êrîşa Tirkiye de li ser kampa Holê canê xwe ji dest dabûn bi axê hatin sipartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Heseke cenazeyên zêrevanên Kampa Holê hatin veşartin ku di êrîşên Tirkiyê de canê xwe ji destda bûn.

Li goristana şervanên YPG-YPJê cenazeyên 5 şervan û zêrevanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di êrîşa Tirkiye de li ser kampa Holê canê xwe ji dest dabûn bi axê hatin sipartin.

Endamê Encûmena Hesekê Mehmûd el-Ehmed dibêje: “5 hevalên me şehîd bûn, ku zêrevanên Kampa Holê bûn. Ez dibêjim kampa Holê di bin serperiştiya Neteweyên Yekbûyî de ye, lê tevgereke jî nekiriye. Kiryarên Erdogan bi xwe kiryarên terorîstî ne, Erdogan yekem terorîst e.”

Piraniya şervan û zêrevanên ku ji ber êrîşa Tirekiye li ser Kampa Holê canê xwe ji dest dane xwedî jin û zarok in.

Birayê zêrevanekî canjidestdayî Ebbas Mihemed jî  got: “Demjimêr 8 û nîv firokeya Tirkiye li wan da. Demjimêr 2 û nîvê roja pêncşemê em hatin agahdarkirin û em çûn wê derê. Em şanaziyê bi şehîdbûna birayê xwe dikin, ku berevanî di ber erd û namûsa xwe de kiriye li dijî Tirkiya dagîrkir.”

Nivîsgeha Dadmendî û Çaksaziyê ya Rêvebeirya Xweser, di daxuyaniyekê de ragihandiye, zanyarî hene ku şaneyên ser bi DAIŞê plan dikin êrîşan li ser navendên çaksaziyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, herwiha dibêje jî dema  Tirkiye şeva 23ê Mijdarê kampa Holê bordûman kiriye armanca wê ya sereke reva malbatên DAIŞê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst