Rapirsî: Dengên HDPê di navbera desthilat û opozîsyonê de yekalîker in

29-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Rapirsiyeke Kompanya Lêkolînan a Asalê, di hilbijartinên bên ên Tirkiyê de rêjeya dengên Tifaqa Millet a opozîsyonê ji sedî 38.4 û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên AKP, MHP û BBPê pêk tê ji sedî 47 e. Rêjeya dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 10.4 e û bi vê yekê di hilbijartinên Serokkomariyê de dengên wê di navbera opozîsyon û desthilatê de yekalîker in.

Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Asalê encamên rapirsiya xwe ya dawî ya derbarê hilbijartinên bên ên Tirkiyê de eşkere kirin. Rapirsî li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan di navbera 15-24ê Mijdara 2022an de ligel 2 hezar û 500 kesan hatiye kirin.

Li gor şert û mercên asayî eger hilbijartinek pêşwext nebe dê hilbijartinên giştî di Hezîrana 2023ê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bên kirin, lê di rapirsiyê de ji dengderan hatiye pirsîn “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin, hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?”

Bersiv li gor dabeşkirina kesên bê biryar li ser partiyan wiha ne:

AKP: %37.7

CHP: %24,4

ÎYÎ Partî: %11,2

HDP: %10,4

MHP: %8,7

Partiya DEVA: %1.2

Partiya Pêşerojê: %0,8

Partiya Saadetê: %0,8

Partiyên Din: %4,8

Di rapirsiyê de derbarê tifaqên hilbijartinê de jî pirs ji beşdarvanan hatiye kirin. Rêjeya dengên tifaqan jî wiha ye:

Tifaqa Cumhur: %47,9

Tifaqa Millet: %38,4


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst