Mezlûm Kobanî: Tirkiyê hêzên xwe şandine ser sînor

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî got ku Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor bi cih kiriye û bang li Amerîkayê kir ku helwesteke "bi hêztir" nîşan bide da ku pêşî li êrîşên bejayî yên Tirkiyê bigire, ji ber ku, wî got, Enqere dixwaze rêveberiya xweser "jinav bibe".

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di konferanseke vîdyoyî de ku Rûdaw jî tê de beşdar bû ragihand, Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê navbera Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Enqerê û grûpên çekdar ên nêzîkî wê yên Sûriyê de ne, bi cih kiriye. Ev yek di demeke wisa de hat ku rayedarên Tirk dibêjin, ji bo destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî herêmên xweser tenê çend roj pêwîst in.

Mezlûm Kobanî di derbarê mijarê de got “Dewleta Tirk li navçeyên ên li ser sînorê me yê li nêzikî Kobanî, Minbic û wan deveran hêzên xwe kom kiriye. Herwiha di navbera Bab û Minbicê de hêzên xwe zêde kiriye. Li navçeya Ezazê jî bi heman şêweyî li navçeya Til Rifet hêzên xwe kom kiriye. Em komkirina hêzên Tirkiyeyê yên li van herêman cidî dibînin û tedbîrên xwe yên leşkerî jî digirin.”

Fermandarê Giştî yê HSD ragihand ku Amerîka û Rûsyayê dijberiya xwe li hember êrişa bejayî ya Tirkiyê bo ser Rêveberiya Xweser dubare kirine û got "pêwîste xwedî helwesteke xurttir bin ku bandorê lê bike û pêşî li êrîşê bigire." Herwiha Kobanî diyar kir eger êrişek bê kirin, dê hemû destkeftên HSDê ku ligel civaka navdewletî di "şerê li dijî terorê" de bidest xistiyê dê têk biçe, "Dê bi kêmanî yek milyon kes bê cih û warên xwe bibin" ew zindan û kampên ku girtiyên DAIŞê tê de ne dikevi bin metirsiyê, ji ber ku Rewşa ewlehiyê ya navend û kampan ne baş e. Rewşa ewlehiya Kampa Holê pir ne baş e, ji ber ku me dît ku Tirkiye êrişên esmanî li ser navendên desteserkirinê pêk tîne. Her wiha herêma asayîşa ya Kampa Holê bombebaran kir û di encamê de 8 karmendên ewlehiyê hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Kobanî tekez kir û dibêje “Li girtîgeh û kampan metirsiya serhildanê heye û ji bo ku ewlekariya li wir bi rêkûpêk were parastin divê ev êrîş bên rawestandin. Balafir û dronên dewleta Tirk hê jî li ser girtîgeh û kampa Holê digerin.”

Mezlûm Kobanî diyar kir ku HSD amade ye li hemberî her êrîşeke bejayî ya Tirkiyeyê raweste û têk bide û got "Eger êrîşeke bejayî were kirin, wê şerekî mezin û berfireh hemû sînoran bigire."

Berê sibeha roja Yekşemê 20 Mijdarê artêşa Tirkiyê destpêkirina operasyoneke esmanî ya nû bi navê “Pence-Şûr” li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ragihand. Serokkomarê Tirkiyê roja Duşemê diyar kir ku ne şert e operasyona tenê êrîşa esmanî be.