Mesrûr Barzanî spasiya Koreya Başûr kir

29-11-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Choi Sung-soo Koreya Başûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Koreya Başûr li Bexdayê Choi Sung-soo kir û ji ber piştevaniyê spasiya Koreya Başûr kir.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriyê, di hevdîtinê de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr hatin gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku Sung-soo di derbarê projeyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê de brîfîngek pêşkêş kir û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dostane li gel Herêma Kurdistanê kir.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûn û piştevaniya Koreya Başûr di proseya geşepêdana Herêma Kurdistanê de û projeyên hevbeş ên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Koreyê (KOICA) spasiya Koreya Başûr kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst