TAYBET - Koçberê rizgarbûyî: Hêzên Brîtanî bi hawara me ve nehatin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bûyera binavbûna belema li Kanala Îngîlîz du kes rizgar bûn ku yek ji wan koçberekî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û malbata wî nişteciha Qeladiza Başûrê Kurdistanê ye. Ew hêzên deryayî yên Brîtanyayê bi xemsarî û bêdengiya li hember bang û hawara koçberan tometbar dike ku di wê bûyerê de 31 kes xeniqîbûn.

Mihemed Îbrahîmzadeyê 21 salî li ser karesata li Kanala Îngîlîz û helwesta hêzên deryayî yên Brîtanyayê de ji Rûdawê re axivî û li ser kêliyên binavbûna belemê got, “Ji ber beşa rastê ya belemê hewa diçû. Hinekan hewl didin hewa lê zêde bikin û hinekan jî ava diket nav belemê vala dikirin.”

Ew ciwanê Kurd dibêje, li ser karnekirina motora belemê “piştî demekê me daxwaza alîkariyê ji polîsê Fransî kir. Me cihê (Location) xwe ji wan re şand, wan jî got, `hûn di nav ava beşa Brîtanyayê de ne`. Em paşê li polîsê Brîtanî geriyan, wan jî got telefona polîsê Fransî bikin. Du kes li polîs digeriyan, yek li polîsê Fransî û yek li polîsê Brîtanî.”

Taha (ne navê rastîn e) ku kesûkarê du ji wan qurbaniyan e dibêje, şeva Sêşemê wî li ser Facebookê peywendî bi wan kir û diyar dike ku ew koçber gihiştibûn avên Brîtanyayê û got jî, “45 xulek berî xeniqînê, li min geriyan û gotin, ew derbasî nav avên Brîtanyayê bûne, lê nikarin tevbigerin. Ew di avên Brîtanyayê de xeniqîn û avê cenazeyên wan anîn avên aliyê Fransayê.”

Got jî "Ez bawer dikim ew pênc kîlometran di nav avên Brîtanî de bûn," Li ser pirsa gelo xizmê wî yê di belemê de gazî polîsê Brîtanî kirine, wî bersiv da "Ji sedî 100, ji sedî 100 û wan [polîsê Brîtanî] jî got ku ew ê [ji bo rizgarkirinê] werin."

Taha got ku dema ku pirsgirêk destpê kirin belem di nav ava Fransa de bû, lê qaçaxçî wan neçar kir ku 45 xulekên din ber bi Brîtanya ve biçin. Taha dema ku motora belemê rawestiya li ser Facebookê bi awayekî zindî tevgera belemê şopand û got "Min cîhê wan ê zindî hebû, lê hûn dizanin cîhê zindî tenê demjimêrek heye."

Rûdaw  Îngilîzî êvara Yekşemê ji Wezareta Derve ya Brîtanyayê û Ajansa Berevaniya Deryayî û Peravên Birîtanya re e-mail şand û jê pirsî ku gelo şeva bûyerê pêwendiyek tengasiyê tomar kirine yan na. Wezareta Navxwe ya Brîtanya li ser navê hikûmeta Brîtanyayê bersiva wê yekê da û li ser wê yekê nerazî bû û berpirsê ragihandinê Patrick Dinham di emailekê de ji Rûdawê re ragihand ku bûyer di nav avên xaka Fransa de qewimiye. Dinham sibeha Duşemê nivîsand, îdia "bi tevahî nerast in. Berpirsên li vir şeva borî piştrast kirin ku bûyer bi başî di nav Ava Herêmî ya Fransa de qewimî, ji ber vê yekê wan pêşengiya hewla rizgarkirinê kir, lê helîkopterek ji bo piştgirîkirina mîsyona lêgerîn û rizgarkirinê bi cih kir dema ku em hişyar bûn." Wî herwiha ji Rûdawê xwest ku bi Asayîşa Peravan re têkilî deyne.

Rûdaw îro danê sibê careke din bi e-mail ji Pasewanên Peravan pirsî, gelo piştî şeş rojan ajansê di şeva bûyerê de, lêkolîn kirine yan na û heta niha bersiveke berfireh wernegirtiye.

Mihemed rijd e ku keştî gihîştiye ava Brîtanyayê û got "Polîsên Brîtanî alîkariya me nekirin û polîsên Fransî got, 'hûn di avên Brîtanya de ne, em nikarin werin. Piştre, dema ku em hêdî hêdî noq bûn, xelkê hêviya xwe winda kir û dev jê berdan. Piştre pêlan em birin nav ava Fransayê."

Mihemed dibêje "Diviya bû Brîtanya bihata û em rizgar bikirana ji ber ku em di Kanala [Îngilîzî] de noq bûn. Alîkariya me nekir û tiştek ji me re nekir."

Rûdawê li ser şahidiya kesê rizgarbûyî û xizmekî ku wê şevê pêwendiyê bi 2 kesên di belemê re kiribû de, rêwîtiya belema koçberan berhev kiriye.

Mihemed, ku ji bûyera dijwar xilas bû, bi eşkere xemgîn xuya dike û temenê xwişka xwe ya ku motîvasyona rêwîtiya wî bû ji bîr nake. Wî hêvî dikir ku li Brîtanyayê pere kom bike da ku xwişka xwe derman bike. Ev ne hewildana yekem a Mihemed bû ku xwe bigihîne Brîtanyayê. Çend roj berê jî hewl dabû û ji aliyê keştiyeke Fransî ve hatibû rizgarkirin.

Koma ku ji 33 an jî 34 koçberan pêk dihat, êvara Sêşemê saet di 18:00’an de li gorî dema herêmî bi otobusê çûbûn cihekî li peravên Dunkirkê. Li gorî Mihemed piraniya wan koçberan ji Başûrê Kurdistanê - 15 kurd ji devera Pêşdar û Betwîn li parêzgeha Silêmaniyê bûn. Ji komê 4-5 ji Somalî, çar kurdên Rojhilatê Kurdistanê, yek Viyetnamî û 2 jî Misrî bûn. Çar kesên din jî hebûn ku Mihemed neteweyên wan nizanibû. Di nav rêwiyan de keçeke 3 yan jî 4 salî û hejmarek jin jî hebûn, ku yek ji wan jineke 24 salî bû, ji bo bigihîje destgirtiyê yê li Brîtanyayê.

Mihemed Îbrahîmzade da zanîn ku beriya ku li keştiyê siwar bibin bi 5-6 komên qaçaxçiyan re têkilî danîne, her yek ji wan veguhestine ya din û bi giştî di keştiyê de 33 koçber hebûn.

Şahidê duyemîn Taha jî piştrast e ku di belemê de 34 kes hebûn û cenazeyên 5 kesan jî nehatine zanîn. “Mirovên biyanî jî hebûn, ku bi Îngilîzî baş diaxivîn. Heta keça kurd a 15 salî ya ji Derbendîxanê jî baş îngilîzî diaxivî.”

Di belemê de xortekî Kurd ê bi navê Şakar Elî hebû ku dê di wê roja qederê de peyama dengî ya dawî ya seferê bişîne.

Mihemed got ku ew karkerekî avahîsaziyê bû li Başûrê Kurdistanê, beriya ku biryar bide ku biçe Brîtanyayê, da ku bikaribe 70,000 dolar ji bo dermankirina xwişka xwe kom bike  xûşka wî ku ji bo bijîşkî de biçe Hindistanê. Mihemed got ku belem demjimêr di navbera 8:00 û 22:00 êvarê de, bi dema herêmî noq bû. Taha, pêşveçûna xizmên xwe li ser înternetê ji nêz ve dişopand, dem piştrast kir û got ku 23ê Mijdarê saet di 21:00 ê êvarê de belem noqî avê bûye.

Taha ji Rûdawê re got "Ew ji Dunkirk derketin û sê saet derbas bûn ku ew gihîştin ser xeta Calais-Dover. Min li bendê bûm ku saet 02:00ê sibê [sibeha Çarşemê] bigihin [Brîtanya]."

Taha diyar kir ki ew ji destpêkê ve, ji ewlehiya xizmên xwe û ka belema ku ew tê de bûn, ditirsiya û got "Belem kevin û rizyayî bû."

Taha red kir ku li ser qeydê biaxive, û got ku ew ditirse ku ew wekî "qaçaxçî" were binavkirin heke ew bi daxuyaniyên xwe re eşkere bike.

Li gorî Mihemed, berî ku pirsgirêkên belemê destpê bikin, derya aram bû û belem çend saetan çû ş zilamekî Misrî diajot.

Taha got, "derdora saet 1:30 bi dema Brîtanyayê pirsgirêkên pompayê detpê kir. Ez bi wan re di têkiliyê de bûm, heta saet 2:40 axivîm."

Taha du qaçaxçiyan tometbar kir ku koçber neçar kirine ku 45 xulekên din liv û tevgerê bidomînin da ku bigihin ava Brîtanya, tevî ku hewa belemê diherike.

Mihemed bi bîr xist, dema avê avêt belemê, koçber bi dil û can xebitîn ku wê xilas bikin. Wî got ku wan keştiyek dît û hinek ji rêwiyan dixwestin xwe nêzîkî wê bikin û rizgar bibin, lê hinekên din dixwestin berdewam bikin û bigihin peravên Brîtanya.

Taha got Gava ku av hêdî hêdî avêt belemê, rêwiyan dest bi panîkê kirin û têlefonên xwe yên ronîkirî li hewa girtin bi hêviya ku ew ji hêla keştiyek derbasbûyî ve werin dîtin. Lê êdî keştî derbas nebûn. Di navbera saet 02:15 û 02:45 danê sibê de, motor ji kar sekinî. Xizmên Taha di telefonên wan de SIM kartên Brîtanî hebûn û li gorî Taha girêdana torê ya wê şevê pir baş û zelal bû.

Dema ku motor têk çû, Taha şîret li xizmê xwe kir ku kesên din razî bike ku bizivirin û vegerin Fransayê. Û got "Ew pênc kîlometran di nav avên Brîtanî de bûn û wan li ser Facebookê şopand. Min ji wan re got ku vegerin, lê qaçaxçiyê ji wan re got ku berdewam bikin."

Yek ji wan koçberan Şakar Elî, dawî peyama dengî ji xizmekî xwe re şand. "Bi rastî ji we re bêjim… em di avên Brîtanya û Fransa de ne. Em nizanin kîjan ji wan tê ku [me rizgar bike]. Ez mobîla xwe bavêjim. Eger tu guh nedî, ev tê wê wateyê ku em li Brîtanya ne û eger ez vegerim Fransa, ez ê bi xwe telefonî te bikim."

Li gorî kesên ku bi rêwîtiyê dizanin, biryara avêtina têlefonên xwe yên desta di nav avê de xuya dike ku biryarek bi zanebûn bûye. Piraniya koçberan, bi taybetî jî Kurd, xizmên wan li Brîtanyayê ne û di dirêjahiya rêwîtiyê de pêwendiya wan bi wan re hebû. Ev têketina bangê dê li ser têlefonên wan nîşan bide. "Hûn dizanin ku wan bi têlefonê telefonî xizm û hevalên xwe kirin ji ber vê yekê di pêşerojê de dema ku têlefonê [ji aliyê polîsan ve] were desteserkirin dê bibe sedema pirsgirêkan ji bo malbatên wan," Taha diyar kir ku çima koçberan telefonên xwe avêtine. Ne koçber û ne jî malbat dixwazin weke qaçaxçiyê bên dîtin.

Ji ber ku belem dizivirî û zêdetir hewa winda dikir, rêwiyên ku di nav wan de zarok jî hebûn, ketin avê. Ew bi dingê defkirî û hev û din ve girêdayî bûn. Di tevahiya şeva tarî de, dema ku keştiya nîv-nav binê avê di Kanala Îngilîzî de ber bi Fransa ve diçû, her kesî xwe li ber xwe digirt, lê dema ku ber bi sibehê de diçû tev westiyan.

Mihemed got, "Her kes dikaribû heta hilatana rojê berxwe bide, paşê dema ku ronahiyê şewq da, êdî kesî nikarîbû berxwe bide û dev ji jiyanê berdan." Yek bi yek dev ji hev û belemê berdan. Piraniya komê dema ku ji hêla ferîboteke Fransî ve hatin dîtin miribûn û 2 koçber ji le nexweşxanyeê jiyana xwe ji dest dan.

Îbrahîmzade ragihand “Xortek ji Raniye bi min re bû, got em dev ji hev bernedin. Dûv re ew westiya bû wî got ji kerema xwe destê min berde min got ez bernadim. Ji min re got ji kerema xwe berde an ez ê pêşiya te bigirim, paşê min ew winda kir û ew xeniqî.”

Polîsên Fransî piştre wêneyê termê hevalê xwe nîşanî wî dan û wî yekser ew nas kir. Mihemed her wiha wêneyên malbateke bi zarokeke 3 salî ya ji Derbendîxana Silêmaniyê nas kir. "Ev keça biçûk e. Ew bi me re bûn."

Mihemed got "Min mirin bi çavên xwe dît. Ez tenê li bavê xwe û diya xwe difikirîm."

Taha jî ji windakirina xizmên xwe aciz e û dibêje“Tişta qewimî sûc e, ne qeder û ne jî daxwaza Xwedê ye. Ev sûcek e ku ji hêla her du welatan ve tê kirin."

Rûdawê Îngilîzî ji bo şîroveyê xwe gihand rayedarên Fransî.

Hin xizmên nimûneyên DNA’yê dane rayedarên Fransî û ew li bendê ne ku hezkiriyên wan bên naskirin.

Qêrînên hevalên wî yên koçber hîn di hişê Mihemed de zindî ne, diqîrin û digirîn, "Xwedê ji kerema xwe, me rizgar bike! Xwedê ji kerema xwe, me xilas bike!" lê ew dîsa jî hêvî dike ku biçe Brîtanya, amade ye ku jiyana xwe ji bo xwişka xwe feda bike.

Bavê Mihemed, Xalid ji Rûdawê re got ku ew spasiya kurê wî sax e û "xwezî yên din jî sax bibûna."