Li Dîlokê 8 karmend bi hinceta Cemaeta Gulen hatin desteserkirin

29-11-2021
RÛDAW
Nîşan Dîlok Cemaeta Gulen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta endamê “Cemaeta Gulen” in 8 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, bi hinceta endamên “Cemaeta Gulen” in derbarê 7 karmendên dadgehê û karmendekî girtîgehê de biryara desteserkirinê da.

Hêzên Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê, di çarçoveya biryara serdozgeriyê de 8 kes desteser kirin.

Piştî temambûna îfadeya wan a li Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê, 8 kes bo dadgehê hatin şandin. Dadgehê her 8 jî bi mercên edlî azad kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst