Galeriya wêneyan

29-11-2021
15 Photos

Rûdaw

Li Herêma Kurdistanê di van salên dawî de demsala havîn û payîzê ya herî ziwa derbas bû.

Di havîn û payîzê de hema bêje li Duhok û derdora wê baran nebarî.

Li Herêma Kurdistanê bi giştî di mehên zivistanê de baran dibare, lê her çendî ku hewa sar bûye û ji demsala zivistanê re jî çend roj maye, dîsa jî baraneke bi bandor nebariye.

Ev ji di nav gel de bû sedema dilgiraniyê. Ji ber hişkesaliyê ku bandoreke neyînî li çandinî û sewalkariyê kir, xelkê Duhokê ji bo baran bibarê dua kir.

 

Wêne: Huner Reşîd/Rûdaw