Rêveberiya Xweser yasaya dirav û peredayînê amede dike

30-11-2021
Berzan Ferman
jZbccVVc87hfnohq67HK0Q
jZbccVVc87hfnohq67HK0Q
Nîşan Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji bo dawî li kirîza aborî bîne, pilan dike ku saziyeke darayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezirîne.

Ji bo avakirina sîstema bankê, Rêveberiya Xweser yasayekê amade dike ku ji 71 bendan pêk tê.

Serafên Qamişlo didin zanîn ku bêyî rêkeftinekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ev gav nare serî, her wiha bandoreke neyênî li bazara deverê dike.

Serafekî Qamişlo Îsam Dawûd got “Piçekî sûda wê heye ji serê sedî 5% li ser welatiyan û serafan, lê di heman demê de ew rêjeya mayî zirarê li me dike ew biryar, herwiha Rêveberî dixwaze proseya kirîn û firotin û guhertina diravan li cemxwe bihêle,neçar in ku bi hikumeta Sûriyê re li hev bikin,ji ber ku leyreya Sûrî dest jê bê berdan,careke din zirar li navçeyê dibe.”

Li Rojavayê Kurdistanê welatî mûçe û dahatên xwe bi lîreya Sûrî werdigirin lê hemû kelûpelên ku hawirdeyî deverê dibin bi dolarê emerîkî têne firotin, lewma her ku nirxê leyreya sûrî dadikeve karînên kirînê lawaz dibin.

Aborînas diyar dikin ku bi avakirina saziya darayî rêgirî li sextekarî û gendeliyê dibe, û abûrî ya deverê bihêztir dibe.

Aborînas Ala Hibo dibêje “Gaveke ber bi kontrolkirina gendeliyê û nehiştina şûştina pereyan e, herwiha hedan di daketin û hilkişandina diravan de çê dibe,taybet nirxê lîreyê Sûrî li beramber dolarê Emerîkî.”

Rayedarên hikumeta Sûriyê dibêjin ku rêveberiya xweser nikare krîza aborî li deverê bidawî bike, tenê bi van rêkaran dixwaze derfeta gotûbêja bi Şamê re peyda bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst