Demîrtaş: Divê Tirk jî fêrî ziman, çand û hunera Kurdî bibin

29-11-2020
RÛDAW
Nîşan Selahedîn Demîrtaş Kurd Tirkiye HDP Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahedîn Demîrtaş bersiva 45 kesayetan da û got, “Ez rêya çek û tundiyê napejirînim. Pêşxistin û bikaranîna zimanê Kurdî berpirsyariya her kesî ye. Divê Tirk jî fêrî ziman, çand û hunera Kurdî bibin” û aşkere kir, “Dema ez gihîştim malê, ez dê li ber strana “Diyarbekir Mala Min e”, xwarina Zerbêt çê bikim.”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê siyaset, edebiyat, huner û aboriyê de bersiva 45 pirsên 45 rojnamevan, nivîskar, helbestvan, hunermend û aktîvîstên sivîl ên Kurd û Tirk da.

Selahedîn Demîrtaş ku ev 4 sal in li bajarê Edîrne yê Tirkiyê di zindanê de ye, derbarê wê hevpeyvîna ciyawaz de kêfxweşî û spasiyên xwe derbirîn û ev yek bo wî gelek watedar e.

Demîrtaş got, “Ez spasiya her yek ji wan dikim. Pirs hemû gelek biwesf in. Ez hêvîdar im hûn xwe ji xwendina heta dawî ya vê hevpeyvînê xwe nadin paş.”

Yek ji wan 45 kesayetên ku pirs arasteyî Demîrtaş kirin, Civaknas û dostê Kurd Îsmaîl Beşîkçî e.

Beşîkçî li ser girîngiya zimanê Kurdî di nav civak û qada siyasetê, taybet jî siyaseta Kurdî de, pirsek arasteyî Demîrtaş kir.

Selahedîn Demîrtaş jî amaje bi girîngiya zimanê dayikê kir û got, “Divê em ne reşbîn bin. Ji bo parastina hebûna zimanekî divê em bê bikaranîn. Niha jî derfet hene. Pêşxistin û bikaranîna zimanê dayikê îro di çarçova derfetên heyî de erk û berpirsyariya her kesî ye.  Tişta ez tekeziyê li ser dikim, vîzyona siyasî ye.”

Nivîskarê Kurd Lal Laleş ji Demîrtaş dipirse, “Gelek marîfetên te hene. Lê ez carinan ji xwe dipirsim: Ev ciwanmerd çima ew qas li ber xwe belav dike? Rojekê li sazê dixe, stranan dibêje. Pêlek tê wêneyan çêdike. Heyrano wêje têrî çî yê te nake?”

Demîrtaş jî dibêje, “Di rastiyê de wêje têra her tiştî û her kesî dike, têra min jî dike. Lê hewldaneke min a wisa nîne ku ez xwe îsbat bikim. Ji bo ku ez xwe bigihînim civakeke rengîn û 85 milyonan, lewma jî ez her rê û îmkanê bi kar tînim. Di serî de çarenûsa gelê Kurd û ya temamî civakê di qada siyasî de tê diyarkirin, lewma jî ez naxwazim gelê min neçar bimîne. Û ez tenê jî vê yekê nakim. Ez jî li cihê xwe tenê alîkarî û piştgiriyê dikim. Lewma jî tiştên ku ez dikim wek tiştên şexsî fehm nekin. Ji bo wê jî, ez hewl didim ku bi kar û çalakiyên xwe, tiştekî li têkoşîna civakî zêde bikim.”

Rojnamevan Bariş Terkoglu dipirse, “Gelo Demîrtaş vitrine PKK û Qendîlê ye, an jî panzehirê wan e?” û Demîrtaş dibêje, “Ez siyasetmedar im û jibilî HDPê ne girêdayî ti partiyekî me. Ji ber ku min rêya çek û tundiyê nepejirand, min rêya siyaseta demokratîk tercîh kir. Siyaseta demokratîk panzehir û alternatîva tundiyê ye. Ez ji ber baweriya xwe ya bi çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştî û siyasî, di nva HDPê de siyasetê dikim.”

Rojnamevan Alî Topuz jî di pirsa xwe de amaje bi girîngiya dengên Kurdan di hilbijartina şaredaran de li bajarên mezin û herwiha helwesta xerab a li hember zimanê Kurdî kir û got, “Gelo pêwîst nake daxwazên li ser zimanê Kurdî bên zêdekirin?” û Demîrtaş jî dibêje, “Ez jî li gel rexneyên me we me. Lê Kurdî jî di nav de ji bo parastina hemû zimanan pêwîstî bi bingeheke yasayî û destûrî heye û eger wek siyaseta hikûmet û dewletê bikaranîna Kurdî li her qadê neyê piştevanîkirin û parastina zimanekî di vê serdemê de gelek zehmet e.”

Demîrtaş li ser pirsa rojnamevan Tugrul Eryilmaz jî dibêje, “Dema ez gihîştim malê, ez dê li ber strana “Diyabekir Mala Min e” a Ciwan Haco, xwarina Zerbêt çê bikim.”

Derbarê rewşa aborî ya Tirkiyê de jî Hevserokê Berê yê HDPê li ser pirsa aborînas Ugur Gurses dibêje, “Demokratîkbûna dewlet û civakê li gel xwe pêşketina aborî tîne. Lê ya em dixwazin, ne mezinbûna aborî, lê geşepêdana li ser berhemanînê ye. Tifaqa demokrasiyê tê wateya aboriya demokratîk.”

Muzîkjen Mehmet Atli di pirsa xwe de amaje bi siyaseta “Tirkiyebûn” a HDPê kir û got, “Gelo li aliyê din jî pêwîst nake “Tirk/Tirkiye jî hinekê bibin `Kurd`?” û Demîrtaş dibêje, “Divê ti tişt li ser ti kesî neyê ferzkirin. Bila ti kes ne bibe Tirk û ne jî bibe Kurd. Bawer im pirsa we li ser wê ye, divê civaka Tirkiyê jî hewl bide Kurdan nas bike, têbigihije, rêz lê bigire û çand û huneran wan nas bike. Di vî warî de hûn mafdar in. Lewma divê siyaseta Tirkiyebûnê vê yekê jî li xwe bigire, eger na kêm dimîne.”

Rojnamevan Nevşîn Mengu jî di pirsa xwe de behsa rola ciwanan di diyarkirina çarenivîsa civak û siyasetê de û herwiha girîngiya nifşê Z kir. Demîrtaş jî tekezî li ser girîngiya ciwanan kir û got, “Partiyên siyasî nifşê Z wek depoya deng dibînin. Helbet ev nêzîkahiyeke erzan e. Lê ez daxwaz ji ciwanan dikim ne tenê piştgirî lê di rêveberiya wê bi awayekî aktîv cih bigirin. Divê ciwan di rêveberiyên hemû partiyan de cih bigirin. Bila bawerî bi xwe binîn û tenê bi dengdanê qayil nebin. Helbet eger mimkun be bila piraniya dengên xwe bidin me:)

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li zîndana Edîrneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst