Bahadîn Xoce: Hemîd Kiliçaslan şagirdê Barzaniyê Nemir bû

29-11-2020
Abdulselam Akinci
Heval û dostên Hemîd Kiliçaslan jî ji ber mirina wî dilêşî û xemgîniya xwe derbirîn.
Heval û dostên Hemîd Kiliçaslan jî ji ber mirina wî dilêşî û xemgîniya xwe derbirîn.
Nîşan Hemîd Kiliçaslan PDK-Bakur Kurd Kurdistan
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Hemîd Kiliçaslan (Hemîdê Smayilaxa) duh li Mêrdînê bi axê hat spartin û kesûkar û heval û dostên wî jî behsa ked û dilsoziya wî ya ji bo Kurd û Kurdistanê kirin. Bahadîn Xoce dibêje, “Ew şagirdê Mela Mistefa Barzaniyê nemir bû.”

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan ya Bakur (PDK Bakur) Hemîd Kiliçaslan ji ber nexweşiya Coronayê jiyana xwe ji dest da.  Hemîd Kiliçaslan 40 roj bû bi Coronayê ketibû.

Ewilî li Qosêrê dihat tedawîkirin, piştî ku rewşa wî xirab bibû ji bo nexweşxaneya bajêr ya Enqerê hatibû şandin.

Di heyama du heftê dawî de jî testa wî ya Coronayê negatîv derketibû, lê vîrusê gelek zirar dabû lebatên wî, tevî hemû tedawiyan Hemîd Kiliçaslan 27ê Mijdarê  bi celta dil koça dawî kir.

Cenazê Hemîd Kiliçaslan li gundê ku lê ji dayîk bibû, li gundê Dêrika Smaîlaxa hate binaxkirin.

Di merasîma biaxspartina wî de jibilî malbat û kesûkaran, hejmareke siyasetmedar û rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê amade bûn.

Malbata wî behsa Hemîdê Smayilaxa û xebat û dilsoziya wî ya bo zimanê Kurdî û doza Kurdistanê kirin.

Biraziyê Hemîd Kiliçaslan dibêje, “Di Kurdîtiyê de me şopa xwe windakir, em man di tariyê de êdî.”

Mizgîn, keça Hemîd Kiliçaslan jî diyar dike, “Jiyana wî her têkoşîn û xebata ji bo Kurdistanê bû. Xwediyê şerefek bû.  Bavê me hemûyan bû bavê Kurdistanê jî bû. Înşelah rêya wî dê her berdewam be. Bavê min hêja bû, bavê min dilê kesî nedihîşt. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû.”

Narîn, keça Hemîd Kiliçaslan dibêje, “Ew her ji bo axa Kurdistanê bû me îro ew li axa Kurdistanê veşart. Ewqas têkoşiya. Gotin têra nakin nizanim çi bêjim.”

Heval û dostên Hemîd Kiliçaslan jî ji ber mirina wî dilêşî û xemgîniya xwe derbirîn.

Bahadîn Xoce dibêje, “Wî ticarî nedixwest di nav eşîrên Kurdan de nakokî derkeve. Ew şagirtê Mela Mistefa Barzaniyê nemir bû. Ew şagirtê Seîd Elçî bû, ew şagirtê Faîk Bûcak bû.”

Parêzer Ridwan Daniş, hevalê Hemîd Kiliçaslan diyar dike, “Ne tenê ji aliyê şoreşgerî va, ji aliyê çandî û sosyolojîk ve jî gelek keda wî hebû. îja ji evro şûnda jî di destê me de ye divê em kedawî li erdê nehêlin.”

Cano Amedî, hevalê Hemîd Kiliçaslan radigihîne, “Gelê Kurdistanê kadroyek xweyê hêja, zimanzanekî, jîrekî û rêberekî xwe windakir.”

Eyûb Alaca, Endamê PAKê dibêje, “Cîhê wî li cem Şêx Seîd be, li cem Xalit Begê Cibirî be, li cem Seyîd Riza be, li cem Kemal, Fewzî û Elîşêr be.”

Mehmûd Remo, Endamê PDK-Sûriyê dibêje, “Divê em li saxî li hevdû xwedî derkevin. Lê mirin me tîne ser hev. Em bi hêvî ne ku berî mirinê em bên ser hev. Em vê alê bi hev re biparêzin.”

Hemid Kiliçaslan 1948an de li gundê Dêrika Smaîlaxa ji dayîk bibû. Ew 1969an vir ve jî bi awayek aktîv di nav rêzên PDK Bakur de siyaset dikir.

Kiliçaslan piştî derbeya 1980ê mecbûrî surgûniya Swêdê bibû piştî salên 2000î jî vegeriyabû Tirkiyê û di nav siyasetê de têkoşîna xwe berdewam dikir. Siyasetmedarê Kurd zewicî bû û xwediyê 6 zarokan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst