Çekdarên DAIŞê bi hewan û qenasan êrişî bajarokê Guleco kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê îşev bi hewan û qenasan êrişî bajarokê Guleco kirin û di encama pevçûna li gel wan çekdaran de, 2 karmendên asayişê şehîd bûn û li gel Rêveberê Asayîşa Guleco, 8 karmendên asayîşê jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê ragihand ku êvariya îro, DAIŞê sê guleyên hewanê arasteyî bajarokê Guleco ku ser bi navçeya Kifriyê ve kir û piştî rûbirûbûna asayîşa wî bajarokî, di encama êrişeke çekdarên DAIŞê ya bi qenasan de Rêveberê Asayîşa Guleco birîndar bû.

Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed, li sînorê îdareya Germiyanê ragihand ku, DAIŞê îro bi hewanan êrişî Gulecoyê kir û sê gule arasteyî wî bajarî kirin lêbelê ti ziyenek canî çênebû di encama wê êrişa bi hewanan de.

Lêbelê Peymanêrê Rûdawê diyar kir piştî êrişa bi hewanan, asayîşa Guleco rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûn û di encamê de Rêveberê Asayîşa Guleco Raîd Simko Elî bi guleyeke qenasê birîndar bû.

 

 

Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku karmendên asayîşê yên birîndar û Rêveberê Asayîşa Guleco ku birîna wî giran e bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatine veguhastin.

Serpereştê Rêveberiya Germiyanê Selahedîn Mihemed jî ji Rûdawê ragihand, “Du karmendên asayîşê yên bi navên Cuma Ebid û Mihemed Cuma şehîd bûn.” Di êrişa çekdarên DAIŞê de 8 karmendên asayîşê jî birîndar bûn. Serpereştê Rêveberiya Germiyanê diyar jî kir ku hêzên asayîşa Germiyan û Pêşmerge li herêmê belav bûne. 

Bajarokê Guleco ser bi navçeya Kifrî ye û sînorê wê li aliyê bakur li gel gundê Awbare, li aliyê başur li gel gundê Kenesor, li aliyê rojhilat li gel gundê Dekeya Ebdulqadir û aliyê rojava jî sînorê wê li gundê Sîtepan heye.