Konsulê Tirkiyê: YNKê bi girtina baregehên Tevgera Azadiyê pêngaveke baş avêt

Hewlêr (Rûdaw) – Konsûlê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay di derbarê girtina baregehên Tevgera Azadiyê de ragihand ku YNKê bi girtina wan baregehan pêngavekî baş avêtiye.

 

Îro aliyên Tirkmen ên li Herêma Kurdistanê bi armanca gotûbêjkirina beşdarbûn an jî beşdarnebûna di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, civiyan.

 

Beriya civînê Konsûlê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay di kongreyekî rojnamevaniyê de ragihand ku ew weke Tirkiye bi berdewamî dixwazin ku aliyên Tirkmen yekrêziya xwe biparêzin û di nava tevahiya hikûmetên Herêma Kurdistanê de cîh bigrin.  

 

Hakan Karaçay di derbarê girtina baregehên Tevgera Azadiyê de ragihand ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi girtina wan baregehan pêngavekî baş avêtiye, lê heceta girtina wan baregehan di cîh de nebû ye û diviya bû bi heceta “rêxistinên terorî” bihatana girtin.

 

Karaçay diyar kir ku eger “pirsgirêka terorê” çareser bibe, dê rasterast bandorê li peywendiyên dualî jî bike.

 

Konsûlê Tirkiyê yê li Hewlêrê wiha axifî: “Ev pêngava YNKê ya girtina baregehên Tevgera Azadiyê, em weke pêngavên rast dibînin. Lê divê heceta girtina wan baregehan wisa bûya û bigotana, ew saziyên ser bi rêxistinên terorî ve ne û lewma jî ew baregeh hatine girtin. Eger heceta wê wisa bibûya, wê zêdetir sûda xwe hebûya. Dema ku ev pirsgirêka terorê hat çareserkirin, wê demê dê bi awayekî xwezayî bandorê li peywendiyên dualî jî bike. Ku eger mirov bibêje, Tevgera Azadî, PKK û saziyên wê hemû terorîst in, wê bibe hecetekî baştir.