HDP derbarê dosyeya Roboskî de komisyonekê pêk tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaza destjikarkişandina Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Ayhan Bilgen red kir û biryar da derbarê dosya komkujiya Roboskî de komisyonekê pêk bîne.

 

Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen hefteya derbasbûyî ji ber wan kêmasiyên di qonaxa birêveçûna proseya komkujiya Roboskî de derketine, ragihandibû ku dest ji hemû postên xwe yên nav HDPê berdide.


Encûmena Navendî ya HDPê di civîna xwe ya dawî de, biryar da ku Ayhan Bilgen li ser karê xwe bimîne û ji bo şopandina wan kêmasiyên di dosya komkujiya Roboskî de derketine, bi beşdarbûna çend parlamenter û berpirsekî wê partiyê komisyonek pêk anî.


Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ji ber ku parêzeran du roj dereng dosya pêşkêş kirin, wergirtina dosya komkujiya Roboskiyê red kir, ku 28ê Kanûna 2011an di êrîşeke firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê de 34 welatiyan ku 19 zarok bûn canê xwe ji dest dabûn.