Hikûmeta Kurdistanê rojek weke bêhnvedan ragihand

29-11-2017
RÛDAW
Nîşan Hikûmet Kurdistan Pêxemberê Îslamê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber salvegera roja ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê, roja Pênşemê 30-11-2017 weke bêhnvedan hatiye destnîşankirin.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Ji ber boneya ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemmed (silavên Xwedê li ser bin), hemû mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin û hêvîdar in, ku ev salvager bibe sedema yekrêzî û pêkhatina daxwazên gelê Kurdistanê.”

 

Sefîn Dizeyî da zanîn, ku bi jer vê rojê, roja Pênşemê 2017-11-30 li hemû sazî û dezgehên hikûmetê bêhnvedana fermî ye.

 

Li Başûrê Kurdistanê roja Qendîla Mewlîda Pêxemberê Îslamê danê sibê nimêjên bi kom tên kirin, mewlîd tê xwendin û xêr tê belavkirin.


 (N.S)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst