Hevserokê Kantona Kobanî: DAIŞ ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş dike

 

Pirsûs (Rûdaw)- Hevserokê Kantona Kobanî Enwer Muslim got ku çekdarên DAIŞê ji aliyê Tirkiyeyê ve wesayîtek bi bombekirî derbasî Kobanî kirin û teqandin. Herwiha ew  li sînor şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin.

 

Vê sibehê şer di navbera hêzên kurdî de û çekdarên DAIŞê de dest pê kiribû.

Enwer Muslim ji Rûdawê re ragihand ku li Kobanî pevçûnên dijwar berdewam dikin û got, DAIŞê îro sibê ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşê bajêr kir û wiha domand:

“Îro sibê saet 06:00ê çekdarên DAIŞê wesyîtek bombekirî li Deriyê Sînorê Murşidpinarê derbasî Kobanî kirin û teqandin. Di encama teqînê de gellek kesên sivîl şehîd ketin û gellek kes jî birîndar bûn.”

Muslim da zanîn ku di destê wan de dîmenên çekdarên DAIŞê yên ku dema derbasî Kobanî dibin hene û wiha pê de çû:

“Çekdarên DAIŞê li Kobanî nekarin li hemberî me li berxwe bidin. Vê gavê ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşê me dikin. Ji beriya niha wan ji 3 aliyan ve êrîşî me dikirin lê niha bûn 4 alî. Çi bibe emê li berxwe bidin û Kobanî ji DAIŞê paqij bikin.”

 

Muslim paşê ji wiha got, “ Em û Tirkiye him ciran û him jî dostên hev in. Divê Tirkiye piştevaniya DAIŞê neke. Çekdarên DAIŞê dê piştî Kobanî êrîşî Tirkiyeyê jî bikin. DAIŞê dijminê mirovatiyê ye divê Tirkiye li hemberî DAIŞê tevbigere.”

Qeymeqam: Ev îdia ne rast in


Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çiftçî ji Rûdawê re got nerast e, çekdarên DAIŞê ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî Kobanî nekirine û ti wesayîtek bombekirî ji Tirkiyeyê derbasî wêderê nekirine.


Çiftçî aznî ziman ku çekdarên DAIŞê ser sînore Tirkiyeyê derbasî Kobanî nebûne.
Qeymeqamê Pirsûsê diyar kir ku îro sibehê 2 teqîna rû dan lê sedema wan ne diayare.


Herwiha qeymam da zanîn ku li Kobanî li nêzîkî sînor pevçûn hene.