Xortekî kurd ji ber ku çûye ser qebra Hesen Zîrek, hat girtin

29-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Mehabad (Rûdaw) – Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê û zêda hunermendê navdarê kurd Hesen Zîrek, xortekî kurd ji ber çûye ser qebra Hesen Zîrek, hat girtin.

 

Ev çend roj in bi awayên cur bi cur li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna li hember rapirsîna televîzyona lokalî ya bajarê Mehabadê li ser hunermendê navdarê kurd Hesen Zîrek didome.

 

Li bajarê Bokanê, komek çalakvanên sivîl û rewşenbîr ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember rapisîna televîzyona lokalî ya Mehabadê çûn ser qebra Hesen Zîrek.

 

Ji ber vê çalakiyê xortekî bi navê Mîlad Ebdî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin.

 

Çend roj berê televîzyona lokalî ya Mehabadê rapirsînek li ser hunermend Hesen Zîrek û du hunermendên fars çêkiribû ku encamên rapirsînê rastî nerazîbûna tund a hunemend û rewşenbîrên kurd hatibû.

 

Nerazîbûna herî tund hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî nîşan dabû. Nazirî ji Rûdawê re gotibû:  “Tişta ku min dêşîne ew e ku xelkê Mehabadê tevlî vê rapirsînê bûne. Yên ku Hesen Zîrek dixin rêza du hunermendên ciwan ên fars wê çaxê dê min bixin rêza kîjanê?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst