Romanowski: Di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hezkirineke dualî heye

29-10-2024
Nîşan Alina Romanowski MERI2024 Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê li ser pêwendiyê Amerîka û Herêma Kurdistanê got, “Hezkirineke dualî heye, ev hezkirin ne yek alî ye.”

Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.

MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê kirin.

Forumê îro dest pê kir û dê sibe biqede û dê radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Emar Hekîm, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Hesen hinek ji axêverên MERI2024ê ne.

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski jî di çarçoveya Forumê de axivî û wê bal kişand ser mijarên girîng.

Alina Romanowskiyê amaje pê kir, “Amerîka dê bihêzkirina pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bidomîne.”

Li gorî Romanowskiyê, Amerîka êdî naxwaze ku tenê girîngiyê bi pêwendiyên ewlehiyê bide û dixwaze girîngiyê bi mafên mirovan, bipêşketina aborî û demokrasiyê jî bide û anî zimên:

“Me divê berê pêwendiyan bidin biwarên bazirganî, enerjî, mafên mirovan, hukimranî û avakirina sektora taybet.”

Balyoza Amerîkayê diyar kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin xwestekên xelkê û bi taybetî jî jin û ciwanan ji bo paşerojê amade bikin.

Alina Romanowskiyê got, “Kurdistana Îraqê ji bo gelek bazirganên Amerîkayê bû deriyek da ku li Îraq û Herêma Kurdistanê xebatên xwe biselmînin.”

“Çima Amerîkayê Hewlêr ji mûşekên Îranê neparast?”

Romanowskiyê pirsa, “Çima Amerîkayê Hewlêr ji mûşekên Îranê neparast?” wiha bersivand:

“Me tim û tim hêz, sazî û karmendên Amerîkayê parastine û em ji bo parastina xwe bersivê didin êrişan.”

Balyoza Amerîkayê diyar kir ku ew dê konsulxaneyeke gelekî baş û nû ava bikin û got, “Ev konsulxane dê bibe bingeha pêwendiyên bihêz ên bi herêmê û Herêma Kurdistanê re.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir