Altan Tan: Dibe ku sînorên gelek welatan biguherin

Hewlêr (Rûdaw) - Altan Tan got, “Rojhilata Navîn tevlîhev bû û dê ji nû ve şekil bistîne, dibe ku sînor û desthilatên gelek welatan biguherin.”

Parlamenterê berê yê HDPyê Altan Tan bû mêhnavê bernameya Rûdawa Îro û pirsên Niwêner Fatîh bersivandin.

Piştî ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî silav da DEM Partiyê û got ku bila Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û PKKyê tasfiye bike nîqaşên “pêvajoyeke nû” bûne rojeve germ.

“Dibe ku sînorên gelek welatan biguherin”

Altan Tan amaje pê kir ku 3 sedemên van tevgerên Devlet Bahçelî hene û ew sedem wiha kirin rêz:

“Ya yekem: Tirkiye li Sûriye, Îraq, Kurdistan, Xeze û Libnanê û di pêwendiyên bi Îsraîlê re di nava tengasiyeke mezin de ye.

Çimkî Rojhilata Navîn tevlîhev bû û dê ji nû ve şekil bistîne, dibe ku sînor û desthilatên gelek welatan biguherin.

Ji ver vê jî Tirkiye naxwaze Kurdan li dijî xwe bibîne, dixwaze Kurd li kêleka wê bin.

Ya duyem: Desthilata Tayyîp Erdogan dengan winda dike û ketiye tengasiyeke mezin, dike nake nikare aboriyê biedilîne.

Rayên wê (yên desthilatê) kêm dibin, tê hêvîkirin ku hilbijartineke pêşwext bê kirin û pêdiviya wê bi dengên Kurdan heye.

Ya sêyem: Erdogan dixwaze dîsa bibe namzed, pêdiviya wî bi 360 dengî heye û dixwaze vê bi piştgiriya Kurdan bibe serî.”

“2 rê li ber Kurdan hene”

Altan Tan diyar kir ku şer sûde nagihîne Kurdan jî û Tirkan jî li pey çû:

“2 rê li ber Kurdan hene, ya dê heta qiyametê bi Tirkiyeyê re şer bikin û hewl bidin ku mafê xwe bistînin, ne mumkin e ku bi silehan bi ser bikevin.

Dibe ku çekan û piştgiriyê ji Amerîka, Îsraîl, Îran û Rûsyayê bistînin û bi Tirkiyeyê re şer bikin lê ev ne ti rê ye.

Xêra vê rêyê ji Kurdan re nîne.

Tirkiye jî yan dê 40 salî din vê rewşê bidomîne yan jî dê li Tirkiye, Başûr û Rojavayê bi Kurdan re li hev bike.

Ji ber vê jî gaveke erênî ye ku Abdullah Ocalan di mijara bêdengkirina çekan de bikeve dewrê.

Sedem çi dibe bila bibe divê ji vê pêvajoyê re piştgirî hebe.

Eger şer bidome, girtî dîsa di girtîgehan de bimînin û ev rwş 40 salî din berdewaam bike ne ji Kurdan re û ne ji Tirkan re xêra wê nîne.”

“Demîrtaş li kêleka wan kêsan bû ku pêvajo xera kir”

Altan Tan bi bîr anî ku ew jî sala 2013an di nav heyeta Îmraliyê de bû got:

“Bi rastî dê ev mesele 2013an safî bibûya. Ocalan û Erdogan, bi îfadeyake rasttir Ocalan û dewletê ji bo danîna çekan û destpêkirina pêvajoyeke demokratîk li hev kiribû.

Ez di nav heyetên Qendîl û Îmraliyê de bûm.

Ez di nava wan hevdîtinan de bûm ku bi Birêz Mesûd Barzanî, Celal Talebanî û Nêçîrvan Barzanî re hatin kirin.

Ez şahid im, di navbera Ocalan, Erdogan û AK Partiyê de lihevkirinek hebû lê wê demê Amerîka, Cemaeta Fethullah Gulen, Kemalîstên berê yên li Tirkiyeyê, MHP, CHP û Qendîlê ev îş xera kir.

Mixabin wê demê, sala 2013an, Selahattîn Demîrtaş jî li kêleka wan kesên ku ev îş xera kir cihê xwe girt.

Ji aliyê siyasî ve anku ji aliyê helwestê ve li cem wan kadroyan cihê xwe girt ku pêvajoya çareseriyê xera kir.

Ez niha dibêjim ku dê Selahattîn Demîrtaş piştgiriyê bide Ocalan.”

“Hûn neçar in dîsa bi Erdogan re rûnin”

Tan diyar kir ku ew li dijî kolana xendekan derket lê kesî bi ya wî nekir û paşê di nava partiyê de gelek neheqî lê hatin kirin û got:

“Dewlet kî be, desthilat kî be mixetabê me ew e. Em çûn û hatin û piştî 11 salan vegeriyan heman cihî.

Îro dîsa Tayyîp Erdogan li desthilatê ye. Çi bi wanên ku doh ji Tayyîp Erdogan re digot, ‘Em te nakin serok’ hat?

Niha piştî 11 salan hûn neçar in dîsa bi Erdogan re rûnin.”

“Ocalan û hikûmetê li hev kiribû”

Altan Tan diyar kir, ji ber ku vê carê CHP û MHP piştigiryê didin pêvajoyê şansekî zêdetir heye û xwe lê berda:

“Îro rewşa me ji doh çêtir e çimkî CHP, MHP, Devlet Bahçelî û beşeke girîng a siyasetmedarên Kurdan piştigriyê didin vê pêvajoyê.

Lê gelo dê Qendîl piştgiriyeke temam bide? Gelo dê siyaseta Kurdan a li Ewropayê piştgiriyeke temam bide?

Gelo dê Selahattîn Demîrtaş li ser gotina ‘Ez piştgirê siyaseta Ocalan im bidomîne?

Niha em nizanin lê em dê bibînin. Ez ducare dibêjim, Ocalan û hikûmetê li hev kiribû lê Qendîlê ew nekir.

Îran û Amerîkayê piştgirî nedayê, CHP û MHPyê piştgirî nedayê. Selahattîn Demîrtaş jî li kêleka yên ku piştgirî neda ma.”

Altan Tan anî zimên ku dê rola Qendîlê û siyasetmedarên PKKyî yên li Ewropayê û bandora Amerîka, Îran û Almanyayê girîng be lê heta niha ev mijar ne zelal in.

Tan got ku di meseleya çekdanînê de mixetab Ocalan û PKK ne lê di çareserkirina pirsgirêka Kurdan de mixetab gelê Kurd e.

Li gorî Tan, bandora Ocalan li ser gelek Kurdan heye û eger ew ji girtîgehê derkeve dê bandoreke mezin li ser girseya PKKyî bike.