Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Fermandarê Eyaleta Mêrdînê Mehmed Cûdî canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 25ê vê mehê gotibû ku li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di encama biserdegirtina malekê de pevçûn derketiye.
Alî Yerlîkaya diyar kiribû ku di pevçûnê de gerîlayê bi nasnavê Feraşîn Bedran (Ramazan Aktaş) canê xwe ji dest daye.
HPGyê diyar kir Ramazan Aktaşê bi nasnavê Memed Cûdî 25ê mehê li Mêrdînê canê xwe ji dest daye û got:
“Ewladê hêja yê gelê me yê Mêrdînê, hevrêyê me Memed Cûdî milîtanê fedaî yê Apoyî û endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê di 25ê Çiriya Pêşîn a 2024an de gihişt şehadetê.
Şêwaz û bûyera şehadeta hevrêyê me Memed ji hemû aliyên ve zelal nebûye û li serê lêkolîn tên kirin.”
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya Memed Cûdî wiha ne:
Memed Cûdî: Navê wî yê fermî Ramazan Aktaş e û ew ji Mêrdînê Bakurê Kurdistanê ye.
HPGyê diyar kir ku Memed Cûdî sala 2014an tevlî refên gerîlayan bûye û Fermandarê Eyaleta Mêrdînê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse