Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm: Divê Îraq tevlî aloziyên li herêmê nebe
Hewlêr (Rûdaw) - Neçîrvan Barzanî û Emar Hekîm diyar kir ku divê Îraq tevlî aloziyên li herêmê nebe û xwe ji encamên aloziyan dûr bigire.
Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.
Forumê îro dest pê kir û dê sibe biqede û dê radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê konsul û balyozên welatan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê tevlî bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Emar Hekîm, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Hesen hinek ji axêverên MERI2024ê ne.
Serokê Tevgera Hîkmet ya Îraqê Emar Hekîm ji bo tevlî MERI2024ê bibe hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Li gorî agahiyan, di civînê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Emar Hekîm ji ber serkeftina hilbijartinan Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.
Her wiha di civîna dualî de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez kir ku dê hevkariyên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê berdewam bikin.
Li gorî daxuyaniyê, Emar Hekîm û Nêçîrvan Barzanî bicihanîna xalên Destûra Îraqê wekî bingeha çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê destnîşan kiriye.
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm amaje bi aloziyên Rojhilata Navîn jî kir.
Behsa şerê Îsraîlê yê bi Hemasê û Hizbulahê jî hat kirin û rewşa Xezeyê û Libnanê hat gotûbêjkirin.
Her du alî hevbîr bûne ku Rojhilata Navîn di rewşeke dijwar re derbas dibe.
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm amaje bi wê yekê kiriye ku divê Îraq tevlî aloziyan nebe û xwe ji aloziyên herêmê û encamên wê dûr bixe."