Wezareta Kahrebayê: Em projeya kahrebaya 24 saetan berfireh dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezareta Kahrebayê ya Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina projeya kahrebaya 24 saetan civiya.

Wezareta Kahrebayê ya Herêma Kurdistanê li ser mijara kahrebaya 24 saetan daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got:

“Biryar hat dayîn ku Birêvebiriya Giştî ya Elektrîkê ya parêzgehan û birêvebiriyên serbixwe projeya elektrîka zîrek bi rê ve bibin.”

Berpirsekî Wezareta Elektrîkê ji Rûdawê re ragihand ku Wezaret bi xwe berpirsê birêvebirina projeya saetên elektrîkê yên zîrek e.

Li gorî daxuyaniyê mijara civînê gavên ronîkirina 24 saetan bû ku ji bo çareseriya bingehîn a elektrîkê girîng û stratejîk e.

Wezaretê ragihand ku biryar e îro dest bi çaksaziya zivistanê ya torên elektrîkê bikin.

Encûmena Wezaretê ji wezîr, şêwirmendên wezaretê û rêveberên giştî yên dezgehên elektrîkê pêk tê.