Li Rihayê ji ber zeviyan pevçûn derket: 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji ber zeviyan pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Li gundê Hekîceyê yê Siwêregê di navbera endamên malbata Gulalanê de ji ber nelihevkirina li ser zeviyan nîqaş derket.
Nîqaş mezin bû û guherî pevçûnê.
Di pevçûna ku kevir û çov hatin bikaranîn de Mehmet, Îmhan, Cebraîl Gulalan û 2 kesên ku nasnameya wan nediyar e birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Her wiha tîmên tenduristiyê kesekî ku xetereya jiyana wî heye bir Rihayê.
Cendirmeyan li gund û nexweşxaneyê tedbîr standin û 2 kes hatin desteserkirin.