Li Rihayê ji ber zeviyan pevçûn derket: 5 kes birîndar bûn

29-10-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji ber zeviyan pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gundê Hekîceyê yê Siwêregê di navbera endamên malbata Gulalanê de ji ber nelihevkirina li ser zeviyan nîqaş derket.

Nîqaş mezin bû û guherî pevçûnê.

Di pevçûna ku kevir û çov hatin bikaranîn de Mehmet, Îmhan, Cebraîl Gulalan û 2 kesên ku nasnameya wan nediyar e birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Her wiha tîmên tenduristiyê kesekî ku xetereya jiyana wî heye bir Rihayê.

Cendirmeyan li gund û nexweşxaneyê tedbîr standin û 2 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir