Amed: Zarokek ji sûran ket û mir

29-10-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Sûr Wan Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokek ji sûrên dîrokî ket û mir.

Li gorî zanyariyan zaroka bi navê Zeynep Nursîma Tumena 12 salî bi malbata xwe re ji Wanê çûbû Amedê.

Doh bi malbata xwe re çû ser sûrên dîrokî yên Amedê lê lingê wê şemitî û ket.

Zaroka 12 salî di bûyerê de bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan zarok bir Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê.

Zaroka 12 salî tevî hemû hewildanên bijîşkan li nexweşxaneyê mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst