Êrişî salona şahiyê hat kirin: Zarokekî 6 salî hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, saloneke şahiyan ji aliyê hinek kesan ve hat gulebarankirin û di encamê de zarokekî 6 salî hat kuştin.
Li gorî zanyariyan, îro saloneke şahiyan a li ser cadeya Înonuyê ya Qersê ji aliyê hinek kesên nediyar ve hat gulebarankirin.
Zarokê 6 salî yê bi navê Muhammet Poyraz Erdagê ku di wê demê de li pêşiya mala xwe dilîst, bû armanca yek ji wan guleyan û bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan zarokê birîndar veguhast nexweşxaneyê.
Lê tevî hewldanên bijîşkan wî canê xwe ji dest da.
Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatan kir.