Nêçîrvan Barzanî, Balyoza Amerîkayê ya Îraqê qebûl kir

29-10-2024
RÛDAW
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê/Wêne: Rûdaw
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alina Romanowski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Balyoza Amerîkayê ya Îraqê qebûl kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê ragihand ku Alina Romanowskiyê ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir.

Hat diyarkirin ku di civînê de pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hewlên çareserkirina pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand:

“Her du aliyan domandina gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya têgihiştinê nirxand.

Ew li ser wê yekê hevfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê aramiya welat bihêztir bike.”

Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.

MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê kirin.

Forumê îro dest pê kir û dê sibe biqede û dê radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Emar Hekîm, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Hesen hinek ji axêverên MERI2024ê ne.

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski jî beşdarî Foruma MERI2024ê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst