Mesrûr Barzanî: Xelkê Herêma Kurdistanê hişyar e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “Beşdariya ji sedî 72yê xelkê yê hilbijartinan nîşana hişyariya xelkê ye.”
Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.
MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê kirin.
Forumê îro dest pê kir û dê sibe biqede û dê radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Emar Hekîm, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Hesen hinek ji axêverên MERI2024ê ne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Forumê de axivî û wî bal kişand ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û mijarên girîng ên rojevê.
Mesrûr Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand:
“Ji bo vegerandina rewatiya hemû saziyên desthilatdar ên Herêma Kurdistanê hilbijartin girîng bûn.
Diviyabû berî 2 salan, yanî sala 2022yan hilbijartin bihatana kirin lê ji ber sedemên diyar û israra hinek partiyan hilbijartin hatin bipaşxistin heta ku yasaya hilbijartinan jî bi ser de hat guhertin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn:
“Daxwaza nemana kotayan hat kirin û daxwaza wê yekê hat kirin ku Komîsyona Hilbijartinan a Bexdayê çavdêriya hilbijartinan bike.”
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşînê hatin lidarxistin.
“Xelkê Herêma Kurdistanê hişyar e”
Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman:
“Hêvîdar im hemû alî encamên dawî yên hilbijartinan qebûl bikin, her çend têbînî jî hebin.
Beşdariya ji sedî 72yê xelkê Herêma Kurdistanê ya hilbijartinan nîşana wê yekê ye ku xelkê Herêma Kurdistanê hişyar e û baweriya xwe bi demokrasiyê tîne.
Bi beşdariya aliyên navneteweyî diyar bû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gelekî baş bûn û divê tevahiya aliyan zanibin ku nerîna xelkê çi dibe bila bibe divê encam ji aliyê partiyên siyasî ve werin qebûlkirin.
Rastî ji pêşbîniyê cuda ye. Gelek partî hebûn ku berî hilbijartinan cuda difikirîn an jî encamên cuda pêşbînî kiribûn.”
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dê sibe amarên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 29, 2024
🎙️ Encama hilbijartinan raya rasteqîn a xelkê Kurdistanê ye
🎙️ Xelkê eşkere kir ku çi cure paşerojekê dixwaze pic.twitter.com/lL5C5Pkshs