Hewlêr (Rûdaw) - Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.
MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê kirin.
Forumê îro dest pê kir û dê sibe biqede û dê radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Emar Hekîm, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mihemed Hesen hinek ji axêverên MERI2024ê ne.
“Xewna me ye ku li welatê me refah hebe”
Serokê Enstîtuya MERIyê Dr. Dilawer Elaedîn li ser hilbijartina sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” gotibû:
“Refah armanca me ye û divê em hemû ji bo refahê bixebitin.
Xewna me ye ku li welatê me refah hebe lê ji bo refahê pêdîvî bi hukimraniya durist heye.
Me li Îraq û Herêma Kurdistanê gelek rojên reş li pey xwe hiştine.
Em ji ber hukmê xerab tûşî nîgeranî, zehmetî, komkujî û bêparbûnê hatin.
Ji ber vê eger hukimranî bi destê me be divê em berê vî welatî bidin rêçikeke baş û refahê.
Lê ev 100 sal in ku li Îraq, Herêma Kurdistanê û welatên cîran hukimraniya durist ava nebûye.”
Li hêla din, “Bila Îraq a Me Hemûyan be, Îraq û Der û Cîranên Wê, Îraq di Nav Hevkêşeyên Herêmî û Cîhanî de, Hevkariya Navneteweyî ji bo Dewletsaziya li Îraqê, Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Çareseriya Pirsgirêkên Dêrîn û Nakokiyan” mijarên sereke yên îsal in.
Bernameya îro saet 09:00an dest pê kir û dê saet 18:00an biqede û dê îro 7 panel hebin.
Sibe jî 7 panel hene û dê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panela bi navê “Herêma Kurdistanê ya Îraqê li Derdoreke Nearam: Dîdgeh û Araste” de biaxive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse