EFRÎN - Erebên hawirde darzeytûnên Kurdan dibirin

Hewlêr (Rûdaw) - Erebên hawirde li Efrînê 25 darzeytûnên 2 welatiyên Kurd birîn.

Erebên hawirde û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê, li gundê Tirindê yê Efrînê 25 darzeytûnên 2 welatiyên Kurd birîn.

Çavkaniyeke ji gundê Tirindê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku êvara îna borî, Erebên hawirde û çekdarên Siltan Mûradê 25 darzeytûnên welatiyên Kurd, Doktor Mihemed Ebdo Elî û birayê wî Nûrî Ebdo Elî birîne.

Heman çavkaniyê diyar kir ku sala borî jî Erebên hawirde û grûpên çekdar, bêhtirî 60 darzeytûnên her du birayan birîbûn.

Li gorî daxuyaniya wê çavkaniyê, hinek darzeytûn ji kokê ve hatine birîn.