Li Amedê 3 gerîlayan canê xwe ji dest dabû: Nasnameyên wan diyar bûn

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PKKyê nasnameya 3 gerîlayên ku li navçeya Liceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya 25ê Çiriya Pêşînê ragihandibû ku di operasyona li Amedê de 3 gerîlayên PKKyê jiyana xwe ji dest daye.

Baskê leşkerî yê PKKyê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê gerilayên HPGyê Nazim Hikmet Ulgen ê bi nasnavê “Bedran Merdan”, Onur Kamiloglu yê bi nasnavê “Ciwan Amed” û Muhammed Gonyeli yê bi nasnavê "Seyit Batman Brusk" canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Nazim Hikmet Ulgen ji Amedê ye û 2012an tevlî PKKyê bûye.

Onur Kamiloglu ji Amedê ye û 2020î tevlî refên gerîlayan bûye.

Herwiha HPGyê da zanîn Muhammed Gonyeli ji Êlihê ye diyar nekir ku kengî tevlî refên PKKyê bûye.

Her sê gerîlayên PKKyê li herêmên Bêşişt, Cofitnê û Dareqolê yên Amedê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dabû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst