Dr. Ferîd Sedûn: Amerîkayê hêzeke zêde şand Rojavayê Kurdistanê

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dr. Ferîd Sedûn Amerîka Rojavayê Kurdistanê Îsraîl Xeze Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn got, “Amerîkayê hêzên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirin. Di van demên dawî de gelek hêzên Amerîkayî hatin Rojavayê Kurdistanê."

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê, li Rojhilata Navîn rageşî dîsa zêde bû.

Gelek caran êrişî baregehên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û Îraqê tê kirin.

Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn beşdarî beşdarî bultan Rûdawê bû û rewşa Rojhilata Navîn, şerê Îsaraîl û Hemasê û êrişên li ser baregehên Amerîkayê nirxand.

“Êrişên li ser baregehan ne nû ne”

Dr. Ferîd Sedûn wiha axivî:

“Ya rastî ev êriş ne nû ne. Baregeh û xalên Amerîkayê ji destpêka damezrandina xwe ve li Rojavayê bûne armanc.

Ew ne tenê li Sûriyeyê dibin armanc, li seranserê Rojhilata Navîn dibin armanc. Ji Yemenê bigire heta Îraq û Libnanê.

Ev bi rastî ji Amerîkayê re peyamek e. Eger hûn êrişî Xezeyê bikin, em dê jî êrişî we bikin.”

“Her du alî peyaman didin hev”

Sedûn li ser pirsa “Çima Amerîka li hemberî êrişên li dijî xwe bersivên qels dide”, Sadûn wiha bersiv da:

“Îranê qet berpirsiyariya êrişan negirt ser xwe. Dibêjin, `Yên ku êriş dikin milîs in û kiryarên taybet in.`

Dibêjin ti têkiliya wan bi me re nîne û li derveyî Îranê ne. Herwiha Amerîka jî naxwaze bi Îranê re bikeve nava rageşiyê.

Her du aliyan peyamê ji hev re şandin.  Peyama em îro ji şer re ne amade ne.

Her du alî ji hev re didin xuyakirin ku ev êrişên hanê wekî peyam in, ne şerek e ku wê di navbera wan de dest pê bike.”

“Amerîka çekên nû derbasî vê herêmê dike”

Li ser mijara ku amerîka hêzên dişîne Rojavayê Kurdistanê Dr. Sedûn got:

“Di vê qonaxa dawî de gelek hêzên Amerîkayê digihin devera me. Ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo herêma Tenefê jî hatin şandin.

Amerîka çi ji aliyê leşkerî ve çi jî aliyê çekan ve hêzên xwe li devera pirtir û xurttir dike. Çekên nû derbasî vê herêmê dike.

Ev jî weke amadekariyekê ye. dema ku şerê Xezeyê ji bon kontrola wan derkeve û bibe şerekî herêmî yan şerekî birfirehtir li vê herêmê, ew jî ne bê hêz bin û karibin berevaniyekê bikin.

Yan jî dema ku biryarekê bistînin têkevin vî şerî, ew jê re amade ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst