Di kamyonetê de 4 xezal hatin girtin: 800 hezar lîre ceza hat birîn

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Rûbarok Xezal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di kaseya kamyonetekê de 4 xezal hatin girtin.

Li xwediyê kamyonetê 811 hezar û 442 lîre ceza hat birîn.

Parêzgariya Colemêrgê di derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxyaniyê, cendirmeyên qereqola gundê Bêsosinê yê Rûbarokê li xala kontrolê komyonetek daye rawestandin.

Cendirmeyan di vê kamyonetê de 4 xezalên zindî dîtin.

Li ser agahdarkirina cendirmeyan, tîmên Rêveberiya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Geverê çûn cihê bûyerê.

Cendermeyan xezalên ku di kamyonetê de hatibûn girtin radestî tîmên Rêveberiya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Geverê kirin.

Tîmên Rêveberiya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî 811 hezar û 442 lîre ceza li şofêrê komyonetê birî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst