Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê: Hevxemiya Nêçîrvan Barzanî rengvedana dostatiya kûr e

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mehmet Mevlut Yakut Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê, li beramberî wê hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo mexdûrên erdhejên 6ê Sibata îsal ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, spasiya wî kir.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Mehmet Mevlut Yakut îro li merasîma li Hewlêrê ya bi helkefta 100mîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê hatibû organîzekirin axivî.

Mehmet Mevlut Yakut di beşeke axaftinên xwe de behsa pêwendiên navbera Hewlêr û Enqereyê kir.

Yakut behsa tevger û helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên piştî erdheja 6ê Sibata îsal a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û got:

"Fersend e ji bo ku em ji dil spasiya xwe nîşan bidin ji bo hevxemiya kûr a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew jî piştî erdheja wêranker a sibata îsal a li Tirkiyeyê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tavilê alîkarî pêşkêş kir û tîmên hawarhatinê û hevkarî şandin navçeyên zererdîtî."

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê her wiha got:

"Serok Nêçîrvan Barzanî yek ji wan serkirdeyan bû ku serdana navçeyên erdhejê kir û hevxemiya xwe ligel qurbaniyan nîşan da. Ew hevxemî rengvedana dostatiya rast û kûr a di navbera me de ye. Lewra pêzanînên me hene ji bo wî û her dem jî dê di bîra me de bimîne."

Roja 6ê Sibata 2023yan erdhejeke mezin û wêranker parêzgeha Mereşê li Bakurê Kurdistanê hejand ku bandor li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir.

Roja 14-02-2023, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serdana beşek ji navçeyên erdhejê li Bakurê Kurdistanê kir û di axaftinekê de li parêzgeha Dîlokê gotibû:

 "Ji ber vê karesatê di hemû malên Herêma Kurdistanê de şîn heye. Li gelek deveran şahî û pîrozbahî hatine rawestandin ji bo nîşandana hevxemiya bo wan û gelê Tirkiyeyê."

Nêçîrvan Barzanî herwiha gotibû, "Li gor îmkanên Herêma Kurdistanê, ya ji destê me bê, em dê bikin. Bi wê îmkana kêm a ku me heye, em dixwazin wefadariya xwe bo gelê Tirkiyeyê tekez bikin."

Her wê demê serdana Nêçîrvan Barzanî di medyaya Tirkiyeyê de deng veda.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê di beşeke din a axaftina xwe behsa peywendiyên navbera Enqereyê ligel Bexda û Hewlêrê kir û got:

 "Giringiyeke taybet a peywendiyên me yên bi Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye. Serdana wezîrê me yê derve Hakan Fîdan a di meha Tebaxê de ji bo Bexda û Hewlêrê tekezî li ser pabendbûna me ji bo aramiya Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, herwiha tekezî li ser giringiya rûbirûbûna astengên hevbeş jî kir."

"Pêwendiyeke çandî ya kûr heye"

Mehmet Mevlût Yakut ragihand, di vê helkeftê de tekeziyê li ser pabendbûna xwe bi pêşxistina hevahengiyên di navbera Enqere û Hewlêrê de dikin û wiha pê de çû:

“Di navbera her du aliyan de sînor, dîrokekî dûr û dirêj û pêwendiyeke çandî ya kûr heye. Peywendiyên me di warên cuda de pêş dikevin, weke bazirganî, hilberîn, xwendin, tendirustî û geştyarî."

Bi gotina Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê pêşxistina peywendiyên navbera welatê wî û Hewlêrê pêwîst e û got:

"Çarenivîs me bi hev re girê dide. Bi rêya têgihîştina hevbeş û hevkariyê jî em dikarin paşerojeke baştir ji bo hemû aliyan biafirînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst